Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Radigihîne ku li Malî 20 Çekdarên Îslamî Kuştine


Leşkerên Fransî li Malî
Leşkerên Fransî li Malî

Wezareta Berevanî ya Fransa bi daxuyanîyekê ragihand ku vê heftê, 20 çekdarên Îslamî li Malî kuştine.

Wezaretê dîyar kir ku operasyon jibo parastina leşkerên Fransî yên li Malî hatîye li dar xistin û firokên cengê û helîkopter jî hatine karanîn.

"Bi qasî 20 terorîst hatin kuştin û di encama lêgerînan de artêşê hin çek bi dest xistin" wezaretê got.

Fransa jibo çekdarên girêdayî el-Qaydê yên ku kontrola bakurê Malî bi dest xistibûn ji wir derxe, di sala 2013'an de leşkerên xwe şandibûn wî welatî.

Ji wê çaxê ve, Fransa bo têkoşîna bi çekdarên Îslamî re ji 4500 zêdetir leşker şandine Malî. Hêzên Fransî yên li Malî bi navê "Barkhane" tê nas kirin.

XS
SM
MD
LG