Artêşa Îraqê ragihand ku di operasyoneke li Bajarê Kevn ya Mûsilê de, 25 çekdarên DAIŞ’ê yên jin, li tunelekê hatine desteser kirin.
Karbidestên artêşê dîyar kir ku ji çekdarên jin 3 Tirk, 5 Alman, 3 Rûs, 2 Kanadayî, 1 Çeçen û yên din jî hemwelatîyên Lîbya û Sûrîyê ne.
Artêşê da zanîn ku li ser çekdarên jin, hin çek û kemberên xwekuştinê hebûne.
Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî, di 10’ê Tîrmehê de rizgarkirina Mûsilê ragihandibû.
DAIŞ, di Hezîrana 2014’an de êrîşî Mûsilê kiribû û di demeke kin de kontrola bajêr bi dest xistibû. Rêxistina tundrê, li Mûsil û li temamê Îraqê ji hêza xwe ya berê ketîye û tenê hin herêmên li nêzî sînorê Sûrîyê di destê wê de maye.
Pisporên cengê dibêjin ku ewê DAIŞ vekişe herêmên çolan yên li rojavayê Îraqê û li wir êrîşên bi rêbazên gerîlla pêk bîne.