Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komeke Çekdaran li Bakurê Burkina Faso 7 Polîs Kuştine


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku li Burkina Faso roja Înê heft polîs ji alîyê çekdarên nenas ve hatine kuştin.

Reutersê dîyar kir ku êrîş li navendeke polîsan ya di navbera Dori û Essakane ya li bakurê Burkina Faso li dar ketiye.

Li wê herêma ku li sînorê Nîjer û Malî ye çekdarên Îslamî yên girêdayî Dewleta Îslamî û El Qaydê çalak in.

Hêzên hikûmeta Burkina Faso dibêjin ku wan dest bi lêgerîna êrîşvanan kiriye.

Du hefteyên berê jî di êrîşeke hêzên nenas de pênc polîs hatibûn kuştin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG