Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

4 Pirtûkên Celîlê Celîl li Amedê Hatin Çap Kirin


Çar pirtûkên nivîskar û lêkolînerê navdar, Celîlê Celîl ji alîyê Weşanxana Wardoz ve li Amedê hatin çap kirin.

Pirtûkên ku hatine weşandin ev in: Gotinên Pêşîyan, Sêxiştîyên Kurmancî, Çima Deve Xeyidîye û Zargotinên Kurdên Sûrîyê.

Weşanxana Wardoz ji alîyê Mem Mukrîyanî, Bahoz Baran û Mahpûs Serhedî ve hat vekirin û xebatên li ser folklora Kurdî, wek erk danîye pêş xwe.

Her sê heval ji şeş salan zêdetire berhevkarîya karên folklorê dikin û piştî ku folklor baş nas dikin, nêrîna wan ya ser edebîyata Kurdî diguhere.

Ew dibêjin jiber ku sermîyanê Kurdan li ser gotinê ye, wan xwestiye li ser berhemên folklorê weşanxaneyek vekin û pêşengîya xebatên folklora Kurdî bikin.

Mem Mukrîyanî bal dikşîne ser dijwarîyên pêş lêkolîn û xebatên folklora Kurdî û dibêje atmosfera sîyasî bandora xwe li ser van xebatan jî dike.

Mukrîyanî herwisa dîyar dike ku gava mirov li kuçe û kolanan bi rihetî bi azadî zimanê xwe neaxifin, sarbûnek di navbeyna wan û zimên de çêdibe.

Kerem kin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:56 0:00

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG