Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Doza Cemîl Kirbayir jiber Derbazbûna Demê Tê Girtin


Berfo Kirbayir bi fitiya kurê xwe Cemîl

Dadgeha Bilind ya Tirkîyê biryara girtina Doza Cemil Kirbayir da û bi biryara dawî di nava 40 salan de cara duyê ye ku ser wê dozê tê girtin.

Kirbayir, ku xwendekarekî 26 salî bû, di derbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê de hatibû girtin û malbata wî piştî wê rojê ti agahîyek ji wî negirtibû.

Dayika wî, Berfo Kirbayir di 105 salîya xwe de miribû, lê wê heta dawîya jîyana xwe doza dîtina hestîyên kurê xwe û cezakirina kujerên wî dikir.

Bîragiştî di sala 2011'an de bi hevdîtina Serokwezîr Recep Tayîp Erdogan, Berfo Kirbayir û çîroka xemgîn ya Cemîl agahdar bûbû. Di wê hevdîtinê de Erdogan soz da ku ewê aqûbeta Cemîl ronî bikin.

Dû re, komîsyoneke parlamanî hatibû danîn û raporeke 250 rûpelî hatibû amade kirin û gihîştin wê encamê Cemîl di nezaretê de di encama êşkenceyên giran de bi destê leşkeran hatiye kuştin.

Piştî vê raporê, hikûmetê doz li derbekarên 12'ê Îlonê, Kenan Evren û Tahsîn Şahînkaya vekiribû, lê ew doz jî bê encam mabû.

Kekê Cemîl, Mîkaîl Kirbayir ji Dengê Amerîka re got ku birayê wî di zîmeta dewletê de hate kuştin, ev biryar jî eynî wek aqûbeta wî ye.

“Hikûmet her carê dibeje ku ew li dijî derbekaran in, lê ev biryar derbekaran diparêze, biryareke durû ye. Ka soza ku dabûn dayika min?''

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:11 0:00

XS
SM
MD
LG