Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cemal Batun: Zirareke Mezin Gihişte Îmaja Tirkîyê


Cemal Batun
Cemal Batun
Protestoyên li dijî hikûmeta Tirkîyê li Stenbol û bajarên din didomin û xwepêşander daxwaz dikin ku Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan dest ji posta xwe berde.

Di destpêkê de xwepêşandan li dijî xirabkirina parkeke Stenbolê bû, lê belê paşê bûne xwepêşandanên li dijî hikûmeta birêz Erdogan, ku hejmareke mezin ya Tirkan hikûmeta wî wek hikûmeteke otorîter dibînin.

Rojnamevan û şirovekarê sîyasî Cemal Batun dibêje ku bûyerên qada Taksîmê “da nîşan dan ku desthilata Tirkîyê li hemberî protestoyên herî însanî û herî nerim dikare şidetê bikar bîne.”

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, birêz Batun got ku tundûtûjîya polîsên Tirk li dijî xwepêşanderan zirareke mezin gihande îmaja Tirkîyê.

Birêz Batun herwiha got ku helwêsta Kurdan hemberî xwepêşandanên Tirkîyê helwêsteke posetîv e.

please wait

No media source currently available

0:00 0:07:30 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG