Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gera 7'an ya Civînên Aştîya Sûrîyê Îro li Cenevrê Destpê Dike


Hevdîtinên li Cenevrê, Adar 2017
Hevdîtinên li Cenevrê, Adar 2017

Gera 7’an ya hevdîtinên bo aştîya Sûrîyê îro Duşemê li Cenevrê destpê dike.

Du roj berî hevdîtinên Cenevrê, Amerîka û Rûsya ser agirbesteke li başûrê rojavayê Sûrîyê li hev kiribû û agirbestê do Yekşemê destpê kiribû.

Nûnerê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffen de Mistura dîyar kiribû di navbera alîyên şerker de nêrînên cûda yên kûr hene û lihevkirina wan ne pêkan e.

Li ber e ku gera 7’an ya Cenevrê bi qasî hefteyekê bidome. Berdevkê De Mistura da zanîn ku agirbesta ku li başûrê rojavayê Sûrîyê hatîye ragihandin ewê bandoreke erênî li ser danûsitandinan bike û ew hêvî dikin ku li herêmên din yên wî welatî jî agirbest destpê bike.

Danûsitandinên ku di meha Gulanê destpê kiribûn, bê ku ti pêşketin bi dest kevin di 19’ê Gulanê de bi dawî bûbûn.

Jiber siberoja Serokê Sûrîyê Beşar Esad, alîyên şerker di danûsitandinan de li hev nakin. Opozîsyona Sûrîyê dixwaze ku Esad dev ji desthilatê berde, lê rejîma Şamê vê daxwazê red dike.

XS
SM
MD
LG