Ajansa Reuters ji bajarê Cenevre radigehîne ku, sibê roja Înê 26î sibatê nûnerê taybet yê Netewên Yekgirtî Staffan de Mistura dê qunax duyan ya danûstendinên liser aştiya li Sûriyê ragehîne.
Roja Pûşemê Staffan de Mistura jibo rojnamevanan daye eşkere krin ku, dê hewil bidin roja Înê pirsa jinûve destpêkirina gotûbêjan di navbera aliyên nakok de li Sûriyê ragehînin.
De Mistura dibêje, pêdiviya me bi zêdetirî amadekariyan heye da ku koma hevkariya navnetewî bi serokatiya Amerîka ya jibo piştevaniya Sûriyê bikare civînan bi encam bigehînin.
De Mistura got" Ewê sibê gera duyan ya cardî destpêkirina danûstendinên aştiya li Sûriyê ragehînin" lê nexwest zêdetir tiştekî bêje.
Herweha de Mistura got, di heman demê de, sibê dê aliyên hevkar jibo piştevaniya Sûriyê yên weke Erebistana Saudî, Tirkiye, Îran dê bicivîn û binêrin kanê plana Amerîkî-Rûsiya jibo agirbestê bi dilê wane yan na? Dîsan dê ji aliyên şerker li Sûriyê bê xwestin kanê ew di amadene agirbestê erê bikin û şerî rawestînin?
Wek tê zanîn destpêka vê heftiyê Amerîka û Rûsiya Planek pêşwext ya agirbestê amdekir bû û ragehandiye raya giştî, li gur pilanê pêwîste aliyên şerker li Sûriyê heta êvariya roja Înê pêgiriyê bi plana agirbestê bikin û roja Şemiyê agirbest bikeve di qunaxa praktîzekrinê de.