Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CENTCOM: Li Îraq û Sûrîyê Dijî Îranê 85 Êrîşên Esmanî Hatin Kirin


Fermandarîya Navendî ya Hêzên Amerîkî (CENTCOM) berî demeke kurt ya îro Înê ragihand ku hêzên dijî 85 armancên Îranê yên li nava Îraq û Sûrîyê wê êrîşên esmanî li dar xistin.

CENTCOM bi daxuyanîyeke ser platforma X ragihand ku êrîşên tolhildanê di demjimêr 4ê bi dema Washingtonê (12ê şevê ya bi dema Amedê) destpê kirin û hedefên Hêza Quds ya Nobedarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (IRGC) hatin lêxistin.

CENTCOM da zanîn ku jimareke firok di êrîşên esmanî de cîh girtin û di nava wan de ku firokên bombevan yên menzîldirêj hî hebûn ku ji Amerîka bi rê ketibûn.

Di êrîşên esmanî de pirtir jî 125 cebilxaneyên baldar hatin xebitandin.

Di nava armancên ku hatine lêdan de navendên rêvebirin û kontrolkirina operasyonan, navendên îstixbaratî, roket û muşekan û depoyên dron û firokên bêmirov.

Dîsa, kargehên peydakirina lojîstîk û cebilxaneyên girêdayî komên milîs û piştgirên wan yên Pasdaran re, ku rêvekerên êrîşên dijî Amerîka û hêzên Koalîsyonê ne, hatin lêxistin.

XS
SM
MD
LG