Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) şeva borî ragihand ku ew ê di 4ê Gulanê de dest bi piştgirîya Projeya Azadîyê bike da ku azadîya navîgasyonê ji bo keştîyên bazirganî yên Tengava Hormuzê vegerîne.
CENTCOMê di daxuyanîya xwe ya ku li ser platforma X’ê hat belavkirine de got, “Ev erk, ku ji hêla serok ve tê rêvebirin, dê piştgirîyê bide keştîyên bazirganî yên ku dixwazin bi awayekî azad di korîdora bazirganîya navneteweyî ya girîng re derbas bibin. Çaryeka bazirganîya petrolê ya cîhanê li deryayê û hejmareke girîng ji berhemên sotemenî û kemawî di nav tengavê re têne veguhastin.”
Admîral Brad Cooper, fermandarê CENTCOM got, "Piştgirîya me ji bo vê erka parastinê ji bo ewlehîya herêmî û aborîya cîhanî girîng e , di demekê de ku em dorpêça deryayî jî didomînin."
Daxuyanîyê anî ziman ku “Hefteya borî, Wezareta Derve destpêşxeriyeke nû ragihand, bi hevkarîya Wezareta Cengê, ji bo zêdekirina hevrêzî û parvekirina agahdarîyê di navbera hevkarên navneteweyî de ji bo piştgirîya ewlehîya deryayî li tengavê.”
“Armanca Çarçoveya Azadîya Keştîvanîyê ew e ku çalakîya dîplomatîk bi hevrêzîya leşkerî re bike yek, ku dê di dema Projeya Azadiyê de krîtîk be,” CENTCOMê got.
Fermandarîya Amerîkî bal kişand ser wê yekê ku “Piştgiriya leşkerî ya Amerîkayê ji bo Projeya Azadîyê dê wêrankerên mûşekên arastekirî, zêdetirî 100 balafirên bejahî û deryayî, platformên bêmirov ên piralî, û 15,000 endamên xizmetê di nav xwe de bigire.”