Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CENTCOM: Rejîma Îranê Sivîlan li Seranserê Rojhilata Navîn Dike Armanc

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku rejîma Îranê sivîlan li seranserê Rojhilata Navîn dike armanc.

CENTCOM di postekê de li ser X'ê got: "Doh li dema civîneke Civata Ewlekarîya Neteweyên Yekbûyî de, Balyozê Îranê bo NY got ku bersiva wan tenê li hember bingehên Amerîkayê ye. Derew e."

CENTCOM herwiha da zanîn ku rejîma Îranê bi awayekî çalak sivîlan li seranserê herêmê dike.

Artêşa Amerîkayê lîsteyeke cihên ku ji alîyê rejîma Îranê ve hatine armanckirin binav kir:

  • Firokxaneya Dubey ya Navnetewî
  • Firokxaneya Kuweyt ya Navnetewî
  • Firokxaneya Zayed ya Navnetewî, Dubey
  • Firokxaneya Hewlêrê ya Navnetewî, Herêma Kurdistanê, Îraq
  • Hotela Fairmont Palm, Dubey
  • Hotel Burc el Ereb, Dubey
  • Hotela Crowne Plaza, Behreyn
  • Bêndera Dubey
  • Parzûna Neftê ya Heyfay, Îsraîl
  • Deverên sivîlan li Beyt Şemes, Îsraîl
  • Deverên sivîlan li Tel Avîv, Îsraîl
  • Deverên sivîlan li Era Views Towers, Behreyn
  • Deverên sivîlan li Qeter


Ji destpêka operasyonên leşkerî yên Amerîka û Îsraîlê li dijî rejîma Îranê, CENTCOM platformeke piştrastkirina rastîyan destpê kiriye, tê de îdîayên derewîn yên rejîma Tehranê bi belge red dike.

XS
SM
MD
LG