Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka, Brîtanya û Behreyn Kuştina Sivîlan ji Alîyê Rejîma Îranê ve Vekolîn Dike

Êrîşeke Îranê li Menama, paytexta Behreynê.
Êrîşeke Îranê li Menama, paytexta Behreynê.

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku nûnerên welatên Amerîka, Brîtanya û Behreynê civîneke online pêk anî ji bo gotûbêjkirina pêşhatên herî dawî li Rojhilata Navîn.

CENTCOM di daxuyanîya xwe de got ku di civîna 5'ê Adarê de fermandarê CENTCOM Brad Cooper, Marşalê hêzên asmanî yên Brîtanî Richard Knighton, û Şîretvanê Ewlekarîya Niştimanî Şêx Nasir bin Hemed Al Xelîfa amade bûn.

"Rêberan jîngeha ewlekearî ya herêmî û û êrîş û dijminkarîya bi mebest a rejîma Îranê li ser sivîlên bêguneh li seranserê Rojhilata Navîn gotûbêj kirin," CENTCOM got.

Nûnerên hersê welatan herwiha girîngîya hevkarîyê ji bo piştrastkirina aştî û aramîyê anîn ziman, li gor daxuyanîya CENTCOM'ê.

Fermandarê CENTCOM'ê Cooper roja Pênşemê gotibû, li dema ku rejîma Îranê êrîş dibir ser 12 welatên herêmê, wê taxên sivîlan li Behreynê kiribû armanc.

XS
SM
MD
LG