Fermandarîya Navendî ya Amerîkî (CENTCOM) îro Sêşemê ragihand ku di êrîşeke esmanî ya rastlêdayî ya bi pêşengîya hêzên ewlekarî yên Îraqî de, 5 endamên DAIŞ’ê di 31’ê Rêbendanê de li nêzî Kerkûkê hatine kuştin.
CENTCOM li ser platforma X got ku operasyona bi pêşengîya hêzên ewlekarî yên Îraqî, wek beşeke operasyonên nerdewam yên tunekirina kanînên DAIŞê, jinavbirina torên wê yên veşartî û jibo misogerkirina têkbirina domdar ya wê koma tundrê pêk hat.
CENTCOM herwiha got ku hêzên Koalisyonê di dema operasyonê de bi peydakirina piştgirîya teknîkî û îstixbaratî derfet ji wê operasyonê re çêkir.
CENTCOM herwiha got ku di encama lêgerînên pêşîn de li ser çekdarên kuştî de kemberên peqînkar yên xwekujîyê û alavên din hatin dîtin.
“DAIŞ jibo herêmê û derveyî wê bi berdewaî wek metirsîyek dimîne û CENTCOM ligel hevkar û hevpeymanan xwe bi pêgirî bikeve dû wan terorîstan ku welatê me biparêze,” daxuyanîya CENTCOMê got.