Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CENTCOM Dibêje Rêberê DAIŞ’ê Qureşî di Meha Cotmehê de Hate Kuştin


Virus Outbreak Florida
Virus Outbreak Florida

Fermandarîya Navendî ya leşkerî ya Amerîkî (CENTCOM) îro Çarşemê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku rêberê DAIŞ’ê Ebu el-Hesen el-Haşimî el-Qureşî di nîva meha Cotmehê de hatiye kuştin.

CENTCOMê da zanîn ku operasyona ku darbeke mezin li DAIŞ’ê daye ji alîyê Artêşa Sûrî ya Azad li herêma Deraa ya Sûrîyê hatiye kirin.

"DAIŞ li ser herêmê hin wek gefekê dimîne. CENTCOM û hevkarên me wek berê bala xwe daye têkbirina mayînde ya DAIŞ’ê,” CENTCOM bi berdewamî got.

Rêxistina tundrê Dewleta Îslamî (DAIŞ) îro ragihandibû ku rêberê wê Ebu el-Hesen el-Haşimî el-Qureşî di şer de hatiye kuştin.

Berdevkê DAIŞ'ê di kanaleke Telegramê ya nêzî wê rêxistinê de bi mesajeke dengî ragihandibû ku Ebu el-Husên el-Husênî el-Qureşî wê bibe rêberê wan yê nû.

XS
SM
MD
LG