Fermandarîya Navendî ya Amerîkî (CENTCOM) êvara Duşemê ragihand ku hêzên koalisyonê di mehên Îlon û Cotmehê de li Îraq û Sûrîyê 79 operasyon li dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) pêk anîne.
CENTCOM da zanîn ku di wan operasyonan de 13 çekdarên DAIŞ’ê hatine kuştin, jimareke rêberên wê yên girîng jî hatin girtin.
“Hêzên koaliosyonê û hevkarên din di meha Îlonê de bi giştî 31 operasyonên dijî DAIŞ’ê li dar xistin û 8 endamên wê kuştin û 19 endamên wê jî girtin. Û di 48 operasyonên Cotmehê de jî, herî hindik 5 endamên DAIŞ’ê hatine kuştin, 59 kesên din jî hatine girtin.”
Daxuyanîya CENTCOM’ê da zanîn ku di nava kesên yên girtî de şervanên DAIŞ’ê, kesên ku kiryarên wê hêsan dikin hene.
CENTCOM herwiha dîyar kir ku endamên torên êrîşkar û yên jorên razayî jî hatine girtin ku dixwestin çekdarên DAIŞ’ê yên girtî ji zindanên xwecîhî birevînin.
Koalisyonê bi berdewamî got ku di operasyonên li Îraqê de 10 endamên DAIŞ’ê hatine kuştin, 33 kesên din jî hatine girtin û li Sûrîyê jî 3 endam hatine kuştin û 45 kesên din jî hatine girtin.
Koalisyonê dubare kir ku ew di şerê dij DAIŞ’ê de bi domdarî piştgirîya şêwirmendî û alîkarîya esmanî dide hêzên pêşmerge yên Kurdî, artêşa Îraqê û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ya bi pêşengîya Kurdan.
Qumandarê CENTCOM’ê General Michael Erik Kurilla got ku ew pêgir in ku DAIŞ’ê bi awayekî mayînde tune bikin.
Jêder: CENTCOM