Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CENTCOM Dibêje 22 Leşkerên Wê di Bûyereke Helîkopterî de li Sûrîyê Birîndar Bûne


Leşkerîya Amerîkî şeva Duşemê ragihand ku di encama xirabûna helîkopterekê de 22 leşker di dawîya heftê de li Sûrîyê birîndar bûn.

Fermandarîya Navendî ya Amerîkî (CENTCOM) bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku endamên wê di bûyera Yekşemê de li bakurê rojhilata Sûrîyê di astên curbicur de birîndar bûne.

“Leşkerên birîndar jiber birînên xwe tên derman kirin û 10 ji wan ji nexweşxaneyên asta bilindtir yên Ii dervayê herêmên bin kontrola xebata CENTCOMê hatine veguhastin,” daxuyanî got.

CENTCOMê bi berdewamî got ku bûyer di encama êrîşeke dijminane de neqewimêye, lê lêpirsîna ronkirina bûyerê didome.

AP bi bêr dixe ku li Sûrîyê dora 900 leşkerên Amerîkî li Sûrîyê hene û herwiha hejmareke ne dîyar ya kontratkar jî li kelêka hêzên Amerîkî dixebitin.

XS
SM
MD
LG