Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fermandarîya Navendî Ya Amerîkî Li Sûrîyê Berpirsekî Daişê Digre


Hêzên Fermandarîya Navendî ya Amerîkî êrîşeke helîkopterê li bakurê Sûrîyê di 28ê Îlonê de pêk anî û Memduh Îbrahîm el-Hacî Şêx, hêsankarekî "Dewleta Îslamî" girt, Fermandarîya Navendî roja Şemîyê got.

Hefteya borî, hêzên Fermandarîya Navendî got ku wê Ebû Helîl el-Fedaanî, ku berpirsekî operasyon û hêsankariyên Daişê ye, li Sûrîyê di êrîşekê de roja 25ê Îlonê girt, ku li gor nirxandinan, pêwendiya wî bi tevaya tora Daişê re li herêmê hebû.

Herdu daxuyaniyên Fermandariya Navendî got ku di herdu operasyonan de ti sivîl ne hatin kuştin û nejî birîndar bûn.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG