Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku komandarê wê Brad Cooper bi telefonê ligel serokê Sûrîyê Ehmed Şeri’ axivîye.
CENTCOM’ê li ser platforma X’ê got, “herdu serkirdeyan girîngîya pabendbûna hêzên hikûmeta Sûrîyê bi agirbesta bi Hêzên Sûrîya Demokratîk re û piştgirîkirina veguhestina hevrêzkirî ya girtiyên Daişê ji Sûrîyê bo Îraqê gotûbêj kirin.”
“Cooper serok Şeri’ li ser plana CENTCOM’ê ji bo veguhestineke rêkûpêk û ewle ya 7,000 girtîyan agahdar kir û hêvîyên xwe ji hêzên Sûrîyê û herwiha hemî hêzên din anî ziman ku ji her kiryareke ku dikare rê li vê yekê bigire dûr bikevin,” CENTCOM’ê got.
Li gor CENTCOM’ê, serkirdeyan her wiha “pabendbûna xwe ya bihêz a berdewam ji bo têkçûna domdar a Daişê li Sûrîyê ji nû ve piştrast kir. Pêşîgirtina li geşbûna Daişê li Sûrîyê, Amerîka, herêm û cîhanê ewletir dike.”
Çavdêr tênin ziman ku azadbûna çekdarên girtî yên Daişê ji zindanan dikare metirsîyeke ewlehîyê ya mezin li herêmê bisepîne.
Piştî êrîşên hêzên hikûmeta demkî ya Sûrîyê. HSD’ê ji ewlekirina wan zindanan vekişîya û berê xwe da herêmên ku piranîya wan Kurd in.