Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CENTCOM Banga Vegera Ser Maseya Diyalogê li Alîyên Sûrî Dike

Official CENTCOM Seal
Official CENTCOM Seal

Komandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) di daxuyanîyekê de bang li hemû alîyên Sûrî kir ku pir xweragir bin û xwe ji bilindkirina girjîyan dûr bixin.

Daxuyanîya komandarê CENTCOM’ê Admîral Brad Cooper ku li ser platforma X’ê hatibû belavkirin dibêje ku,”Em ji nêzîk ve pêvajoyên li Helebê û herêma derdora wê dişopînin. Em hemû alîyan han didin ku pir xweragir bin, dûrî kiryarên ku dikarin girjîyan derxin holê bikevin, û parastina sivîlan û jêrxaneyên girîng bidin pêş.”

“Em her wiha banga hemû lîstikvanên peywendîdar dikin ku bi niyazeke baş vegerin ser maseya guftûgoyê,” Cooper got.

Komandar Cooper dibêje, "wek min berê gotibû ku, Sûrîyayeke bi aştî di nava xwe de û bi cîranên xwe re dikare rê ji bo Rojhilateke Navîn a geş û aştîyane veke.”

“Amerîka û Sûrîyê berjewendîyên hevbeş hene di parastina aştî û seqamgirîyê de li herêmê,” Cooper got.

XS
SM
MD
LG