Fermandarîya Navendî ya Amerîkî (CENTCOM) ragihand ku piştgirîya dide hewldanên rawestandina şer li Sûrîyê.
Fermandarê CENTCOM'ê Brad Cooper di daxuyanîyekê de îro Şemîyê got ku "em bixêrhatina hewldanên berdewam dikin ji alîyê hemû alîyan ve li Sûrîyê bo rêgirtina zêdebûna şer û gihîştina çareserîyê bi rîya diyalogê."
Fermandarê Amerîkî got ku, "em herwiha bang li hêzên hikûmeta Sûrîyê dikin ku hemû kiryarên êrîşkar li deverên di navbera Heleb û Tebqayê de rawestînin."
Cooper diyar kir ku "dûketina tund li dijî DAIŞ û danîna givaştina leşkerî ya bêrawestan pêvidî bi karê hevbeş e di navbera hemû hevparên Sûrî de bi hemahengî ligel Amerîka û hêzên koalisyonê. Sûrîyeke ku ligel xwe û cîranên xwe di aştîyê de be girîng e jibo aştî û aramîyê li seranserê herêmê."
Daxuyanîya CENTCOM'ê di demekê de tê ku şer û alozî li hinek deverên rojhilatê Helebê û Reqayê di navbera hêzên hikûmeta demkî ya Sûrî û Hêzên Sûrîya Demokratîk de berdewam dikin. Di heman demê de, Amerîka hewlên xwe yên diplomatîk didomînin ji bo aramkirina rewşê.
Şanderê taybet yê Amerîka bo Sûrîyê Tom Barrack îro Şemîyê li Hewlêra Herêma Kurdistanê ligel karbidestên Herêmê û fermandarê giştê yê HSD'ê Mezlûm Ebdî kom bû.