Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîyên Çegir yên Îspanya bo Avakirina Hikûmetê li Hev Dikin


Li Îspanya hewildanên bo avakirina hikûmetê didomin.

Du roj piştî hilbijartina pêşwext Partîya Karkeran ya Sosyalîst ya Îspanyol (PSOE) û partîya çepgirên tundrê Podemos bo koalîsyonê li hev kirin.

Rêkeftina her du partîyên çepgir ji alîyê Rêberê PSOE Pedro Sanchez, ku bi awayekî demkî serokwezîr e, û Rêberê Podemos Pablo Iglesias ve hat îmza kirin.

Sanches di merasîma îmzakirinê de dîyar kir ku ew ew rêkeftin bo çar salan hatiye îmza kirin û da zanîn ku pêwîstîya Îspanya bi ‘’hikûmeteke saxlem û bi îstiqrar’’ heye.

Di meha Nîsanê de jî hilbijartina pêşwext li dar ketibû û PSOE û Podemosê danûstandin kiribûn, lê ti encam derneketibû.

Li ser bidestnexistina encamê li Îspanya careke din hilbijartin çêbûbû.

Her çiqas her du partîyan li hev kiriye jî kursîyên wan têra bidestxistina piranîya parlamanê nakin.

Di parlamana Îspanya de 350 kursî hene û li gor hilbijartina dawî PSOE 120 û Podemosê 35 kursî bi dest xistine.

XS
SM
MD
LG