Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xebatên Ronîkirina Sedema Ketina Firoka Cessna ya Nêzî Washingtonê Didomin


Firokeke Cessna Citation
Firokeke Cessna Citation

Karbidestên Amerêkî dibêjin di ku di nava firoka taybet ya Cessna Citation, ku do Yekşemê li nêzî Washingtonê ketibû xwarê ti kes bi saxî nefilitîye.

Firokeke biçûk ya rêwîyan ku ji bajarokê Elizabethton ya eyaleta Tennessee ber bi Firîngeha MacArthur ya Long Island ya New Yorkê bi rê ketibû.

Firok demeke kurt berî ku bigiheje cîhê xwe, ber bi paytext Wasbhingtonê fitilibû û bo demekê li esmanê qedexekirê yê Washintonê firibû.

Firokên şerker yên Amerîkî ketibûn dû wê firokê ku fem bikin çîma pîlotê wê bersîv nade û dengekî pir bilind yê sonîk li dora Washingtonê hatibû bihîstin û di nava gel de bûbû sedema tirsê.

Firok dû re li nêzî bajarokê Montebello ya istana Virginia ketibû xwarê û hemî kesên di nav de jîynaên xwe ji dest dabûn.

Karbidestên Amerîkî xebatên xwe didomînin ku bizanibin çi bûye sedem ku peywendî ji firokevan qut bûbû û firok çima ji New Yorkê zivirîbû Washingtonê.

XS
SM
MD
LG