Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Hişyarî Da Zelenskiy ku Rûsya Dê Êrîşî Ukranyayê Bike


Biden
Biden

Li gorî daxuyaniya Qesra Spî, Serokê Amerîka Joe Biden roja Pêncşemê hişyarî daye Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy ku "îhtimalek berbiçav" heye ku Rûsya meha dihêt dê êrîşî Ukraynayê bike.


Peyvdara Civata Ewlehîya Netewî ya Qesra Spî Emily Horne got: "Serok Biden got ku îhtimalek berbiçav heye ku Rûsya di meha Reşemê da dê êrîşî Ukraynayê bike." "Wî ev yek eşkere gotiye, û em bi mehan e li ser vê yekê hişyarîyê didin."


Rûsyayê roja Pêncşemê got ku "bo xweşbîniyê zemînek kêm heye" ku alozî li Rojhilatê Ewropayê sivik bibin piştî ku Amerîkayê daxwaza wan red kirî ku Ukrayna ji endametiya NATOyê bihê qedexe kirin û rojava leşker û çekên xwe ji welatên cîranên Rûsyayê vekişîne.


Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got ku bersiva Amerîkayê bo daxwazên wê "bersiveke erênî nîne", lê hinek beşên wê dikarin bibin sedema "destpêkirina gotûbêjek cidî li ser mijarên duyemîn". Amerîka û hevalbendên wê yên Ewropî daxwazên sereke yên Moskowayê red kiribûn.

XS
SM
MD
LG