Du karbidestên ewlehîyê gotin çar leşker di êrîşên tolhildanê de di navbera komên milîsên Şîî yên hevrik de li başûrê Iraqê hatine kuştin, piştî pevçûnên tund li Bexdayê, welat ber bi şerê kolanan ve birî.
Hêzên ewlehîyaî yên Îraqî bi lez û bez li başûrê bajarê Besrayê hatin bicihkirin daku tundûtûjîya ku şeva borî di navbera komên çekdar yên Muqteda el-Sadr û grûpa çekdar Asaib Ehl el-Heq de, ya ser Îranê ve control bike.
Di êrîşên Pênşemê da 2 milîsên ji koma Sadr Saraya Salam û 2 jî ji Asaib Ehl el-Heq hatin kuştin, karbidestên ku nexwest navê xwe eşkere bikin, ji ber ku destûra wan nebû ku agahî bidin çapemeniyê. Agahî û hûrgilîyên li ser êrîşan nehatine zelalkirin û raportên nakok hene.
Ev êrîş piştî şer û pevçûnên li herêma hikûmeta Bexdayê di navbera alîgirên Sadr û hêzên ewlhîyê yên Îraqî de pêk hatin û di encamê de herî kêm 30 kes hatibûn kuştin û zêdetirî 400 kes jî birîndar bibûn. Êrişên dijminane roja Sêşemê bi dawî bûn dema ku Sadr bang li alîgirên xwe kir ku vekişin.