Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bîrînana Komkujîya Cihûyan Li Ewrupa Didome


Roja Bîrînana Holokostê Li Berlînê
Roja Bîrînana Holokostê Li Berlînê

Welatên li seranserê Ewropayê roja Pêncşemê Roja Bîrînana Holokastê/komkujîya Cihûyan ya Navnetewî pêk îna ku çalakiyek cîhanî ye ji bo bîranîna qurbaniyên Holokastê.

Bîrînana salane ji alîyê Civata Giştî ya Neteweyên Yekgirtî ve di Mijdara 2005an da hate damezrandin. Bo wê bîrînanê 27ê Çileyê hate hilbijartin ji ber ku di wê rojê da di sala 1945an kampa komkirinê ya Auschwitz-Birkenau li Polonyayê ji alîyê leşkerên Sovyetê ve hatibû rizgar kirin.

Serokwezîrê Fransayê Jean Castex di nav wan kesan da bû ku beşdarî merasîmên bîrînanê bûyî li kampa komkirinê ya Nazîyên Almanyayê berê Şerê Cîhanê yê Duyemîn ku 1,1 mîlyon Cihû Nazîyan li wê derê kuştibûn.


Li Berlînê, Serokê Parlamentoya Îsraîêl Mickey Levy digel Serokwezîr Olaf Scholz û Serokê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier xelekek kulîlkan danîn ser Bîrdarîya Cihûyên li Ewropayê hatî kuştin.

XS
SM
MD
LG