Li Bangladeşê Bi kêmî ve 37 kes mirin dema ku keştîyek qerebalix şewitî, polîsên herêmê gotin.
Şefê polîsên herêmî Moinul Islam gote Ajans Frans Press'ê : "Keştîya sê qatî di nava çemîda agir berbîyê û 37 kes mirine. Dibe ku hejmara mirîyan zêde jî bibe. Piraniya wan ji ber sotinê mirin û çend kes jî piştî ku xwe havêtin çemî xendiqîn."
Bûyer serê sibê li nêzîkî bajarokê Jakakathi qewimîku 250 kîlometreyan dûrî paytext Dakayê ye.
Îslamî got ku tê bawer kirin ku şewat ji odeya motorê derketiye û li keştîyê belav bûye. Herçend keştî bi fermî bo 310 kesan hatîye çêkirin , herî kêm 500 kes tê de bûn, ku gelek ji wan ji paytextî vedigeriyan malên xwe.
Wî herwiha got "Me nêzîkî 100 kesên bi birînên sotinê şandine nexweşxaneyan".
Pisporên li welatê Asyaya Başûr ku 170 mîlyon kes lê dijîn, sedemên wekîlênêrîna nebaş, standardên ewlehiyê yên lawaz li kargehên keştîyan û qerebalixîya zêde nîşan didin.