Rapora Çavdêrîya Mafên Mirovan ya 2021'an ya cîhanê li ser çend babetên binpêkirinên mafên mirovan û demokrasîyê cîhek berfireh daye Tirkîyê.
Rapor dibêje hikûmeta seroktîyê ya otorîter û pir navendî ya Recep Tayyîp Erdoganî rewşa mafên mirovan ya Tirkîyê bi dehsalan paş ve xistîye jiber ku rexnegirên hikûmetê û dijberên sîyasî kirine armanc, û serxwebûna dadwerîyê bi kûrahî têk birîye, û sazîyên demokratîk pûç kirine.
Tirkîye ji Peymana Konseya Ewrupayê ya Pêşîgirtin û Têkoşîna li Dijî Tundîya li Ser Jinan û Tundîya Malbatê vekişîye. Ew peyman, ku Tirkîye yekemîn welat e xwe ji wê Peymanê vekişandî, wekî peymana Stenbolê tê zanîn û vekişîna Tirkîyê jibo mafên jinan paşveçûnek mezin e.
Di alîyê azadîya ragihandinê da jî rewş pir xirab e jiber ku piranîya kompanîyên ragihandina nûçeyan têkilîyên nêzîk digel hikûmetê hene, lê medyaya serbixwe li Tirkîyê bi giştî bi rêya platformên înternetê kar dike.
Herçend wisa be jî nûçeyên ku rexne li kesitîyên payebilind yên hikûmetê û endamên malbata Serok Erdogan dikin bi awayek rêkûpêk naveroka wan nûçeyan têne rakirin an jî xwedîyên wan li gor qanûna pir sînordar ya Antî-Terorê ya Tirkîyê têne darizandin.
Di dema nivîsîna wê raportê de, 58 rojnamevan û xebatkarên medyayê, bi tawanên terorîzmê jiber karê wan yê rojnamevanî anjî têkilîyên wan digel medyayê, li girtîgehê ne.
Rapor balê dikşîne ser platformên mezin yên medyaya civakî yên wekî YouTube, Facebook û Twitterê û dibêje li gor guherînek qanûnî ya sala 2020'an ji wan tê xwestin ku li Tirkîyê ofîsên xwe vekin lê ew nîgeran in ku dibe ku ew di paşerojê da neçar bibin ku li gorî sansûra hikûmetê bilivin da ku cezayên giran wernegirin.
Di mijara mafê komele û kombûnê da rapor dibêje karbidestên parêzgehan bi heceta COVID-19'ê xwepêşandanên aştîyane yên xwendekar, karker, partîyên opozîsyona sîyasî, û çalakvanên mafên jinan û lezbîyen, gey, bîseksuel û transgenderan (LGBT) qedexe dikin û tundûtîjîyê li wan dikin.
Derbarê parêzvanên mafên mirovan rapor balê dikşîne ser girtina xwêrxaz Osman Kavala û binpêkirinên mafên wî ku çar sal e di girtîgehê da ye tevî biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupayê ku divê ew demûdest bihê berdan.
Di pênc salên borî da debarê îdiayên êşkence û reftara xirab di binçavkirina polîsan û girtîgehan de kêm delîl hene ku were gotin ku dozgeran di lêkolînan da pêşketin destxistine. Kêm îdiayên bi wî rengî rê li ber darizandina hêzên ewlehîyê vekiriye û bi giştî helwesta bêcezakirinê berfireh e.
Di wê çarçoveyê de rapora Çavdêrîya Mafên Mirovan bal dikşîne ser rewşa doza Osman Şiban û Servet Turgut û dibêje ku di lêpirsîna dozgerîyê de ti pêşveçûn çênebûne. Her du zilamên Kurd Osman Şiban û Servet Turgut ji alîyê leşkeran ve di Îlona 2020'an de li gundê wan hatibûn binçav kirin, bi helîkopterê ew hatibûn veguhastin û paşî malbatên wan ew li nexweşxaneyê bi giranî birîndar peyda kiribûn. Turgut jiber birînên xwe jîyana xwe ji dest dabû.
Rapora Çavdêrîya Mafên Mirovan herwiha bal dikşîne ser kêşeya Kurd û tepeserkirina opozîsyonê û dibêje ku pevçûnên çekdarî di navbera artêşa Tirkîyê û Partîya Karkerên Kurdistanê ya çekdar (PKK) de hem li gundewarên rojhilat û başûrê rojhilata Tirkîyê û hem jî li Herêma Kurdistana Îraqê berdewam kirine.
Erdogan çalakîyên rewa yên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) tawanbar dike û hikûmet red dike ku PKK'ê û HDP'ê ji yek cûda bike. Li ser ofîsên HDP'ê êrîş hatine kirin bi taybetî li Îzmîrê di meha Hezîranê de kesekê çekdar êrîş bir ser ofîsa HDP'ê û endama HDP'ê Denîz Poyraz kuşt.
Bi dehan sîyasetvanên berê yên HDP'ê ku di nav wan de şaredar jî hene, jiber xebatên xwe yên sîyasî, axaftin û parvekirinên xwe yên li ser medyaya civakî, ji ber tawanên terorê tên cezakirin û di girtîgehan da tên girtin.
Bi dehan sîyasetvanên berê û yên niha di nav wan da hevserokên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hatin darizandin jiber îdiayên rola wan ya di protestoyên tund da di 6-8'ê Cotmeha 2014'an ku di encamê da 37 kes hatibûn kuştin.
Tirkîye êrîşên xwe yên leşkerî yên Çileya 2018'an û Cotmeha 2019'an bo herêmên bakurê rojhilata Sûrîyê di çarçoveya hewldaneke bo têkoşîna li dijî hevkarên PKK'ê rewa dike û dagirkerîya xwe didomîne û hemwlatîyên Sûrîyê bi awayekî neqanûnî vediguhezîne Tirkîyê ku wan bi tawanên terorê bidarîzîne ku dibe bibe sedema zîndankirina wan ya heta hetayê.
Li gor raporê pirsgirêka penaber û koçberan li Tirkîyê ber bi xirabûne ve diçe. Tirkîye mêvandarîya hejmara herî mezin ya penaberên li cîhanê dike û ji wan nêzîkî 3.7 mîlyon ji Sûrîyê ne ku statuya parastina demkî wergirtiye û zêdetirî 400,000 ji Afganistan, Îraq û welatên din yên ne Ewrupî ne, ku li gor qanûnên Tirkîyê nikarin bi tevahî wekî penaber werin qebûl kirin.
Li bajarên Tirkîyê yên wek Enqere û Stenbolê nîşaneyên êrîşên nijadperestî li dijî bîyanîyan zêde bûne. Bûyereke bi wî rengî li Enqerê qewimîbû ku di 10’ê Tebaxê da komên ciwanan êrîşî kargeh û malên Sûrîyan kiribûn, piştî ku ciwanekî Sûrî du ciwanên Tirk dabûn ber kêran û yek jî wan kuştibû.
Axaftinên sîyasetvanên opozîsyonê jî hestên dijî peneberan geş dikin û dixwazin ku Sûrî vegerin welatê xwe yê jiber şer wêranbûyî.
Kêşeya koçberan di navbera Tirkîyê û Yunanistanê hem li deryayê û hem jî li bejahîyê berdevam dike û hêzên ewlehîyê yên Yunanistanê bi awayek tund koçberên ji Tirkîyê derbasî axa wan dibin paşde vedigerîne.
Rapora Çavdêrîya Mafên Mirovan herwiha balê dikşîne ser têkilîyên Tirkîyê yên navnetewî bi taybetî digel Yekîtîya Ewrupayê û Amerîkayê.
Rapor dîyar dike ku Tirkîyê têkilîyên aloz digel Yekîtîya Ewrupayê hene. Prosesa endamtîya Tirkîyê bo Yekîtîya Ewrupayê rawestîye û Konseya Ewrupî di meha Hezîranê da nîgeranîyên xwe yên li ser serwerîya hiqûqê û mafên bingehîn li Tirkîyê dubare kirine, bêyî ku di têkilîyan da pêşitîyê bide mafên mirovan.
Demeke dirêj e têkilîyên Tirkîyê yên aloz digel Amerîkayê ji ber çend sedeman kûrtir bûne û ew krîze di bin rêvebirîya Serok Biden da jî berdewam dike. Yek ji wan sedeman kirîna mûşekên S-400 ji Rûsyayê ye ji alîyê Tirkîyê ve, ya duyê hebûna Fethullah Gulen ye li Amerîkayê û ya sêyê jî piştgirîya Amerîkayê ye bo hêzên Kurdî yên li bakurê rojhilata Sûrîyê ye.