Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Red Dike ku Pêwendîya Wê bi Êrîşa Dijî Salman Ruşdî Heye


Îranê îro Duşemê got ku ew bi awayekî mîsoger pêwendîya xwe bi êrîşkarê ku hefteya borî bi kêrê êrîş biribû ser nivîskarê Brîtanî Salman Ruşdî red dike.

"Em bi awayekî mîsoger her pêwendîyeke bi vê êrîşê red dikin û mafê ti kesî tuneye ku Komara Îslamî ya Îranê tawanbar bike," berdevkê wezareta derve Nasir Kenanî li Tehranê got.

Ruşdî, nivîskarê pirtûka bi navê "Aysetên Şeytanê" ye ku gelek Misilman ew pirtûk wek êrîşa dijî ola xwe dibînin.

Rêberê berê yê Îranî Ayetullah Humeynî di sala 1989'an de fetwa li dijî Ruşdî derxistibû û ji şoperên xwe xwestibû ku Ruşdî bikujin.

XS
SM
MD
LG