Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Husên: 4000 Koçberên Îraqî yên li Sînorê Belarûsê Zivirîn Malê


Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Husên got ku wan nêzîkî 4,000 welatîyên xwe yên ku li ser sînorên Belarûsê û endamên Yekîtîya Ewrupî Polonya, Lîtvanya û Letonya di hefteyên borî da asê mabûn, vegerandine welatê xwe.

"Hikûmeta Îraqê jibo vegerandina welatîyên xwe, ji 18ê meha 11, Mijdarê vir ve 10 firînên esmanî ji Bexdayê bo Belarusê organîze kirinê" Husên di preskonferansekê de bi hevtayê xwe yê Lîtvanî got.

Hêjatî balkişandinê ye ku firînên ji Letonya bi giştî giheştine Hewlêra Herêma Kurdistana Îraqê jiber ku gelek ji wan koçberên ji wê derê ne.

XS
SM
MD
LG