Li gorî medyaya dewletê, êrîşeke mûşekî ya Îsraîlê ewro roja Înê serê spêdê li çend armancên li başûrê Şamê paytextê Sûriyê xistîye û herî kêm sivîlek birîndar bûye.
Ajansa nûçeyan ya dewletê SANAyê ragihand ku : "di demjimêr 04:20 serê spêdê da dijminê Îsraîlî bi êrîşeke esmanî çend mûşek ji Girên Golanê yên dagirkirî havêtine Sûrîyê."
SANAyê herwiha got ku berevaniya esmanî ya Sûriyê piraniya mûşekan têk birine lê yên ku gihîştine armanca xwe herî kêm sivîlek birîndar kirîye û bûye sedema ziyanên madî.
Li gorî Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ku bingehê wê li Brîtanyayê ye, êrîşên Îsraîlê depoyên çekan yên bizava Hizbullaha Lubnanî ya Şîa û herwiha grûpên din yên Îran piştgirîya wan dike li nêzîkî firokxaneya Şamê kirine armanc.
Çavdêriyê, ku xwe dispêre toreke berfireh ya jêderan li seranserî Sûriyê, got ku herî kêm sê armancên bi wî rengî hatine lêdan û hejmarek kes birîndar bûne.
Ji destpêka şerê navxweyî li Sûriyê di sala 2011an êreve, Îsraîlê bi sedan êrîşên esmanî li dijî cîranên xwe pêk înane, ku hêzên hikûmetê û herwiha hêzên hevpeymanên Îranî û çekdarên Hizbullahê kirine armanc.
Artêşa Îsraîlî dibêje, ev êrîş pêwîst in ji bo astengkirina dijminê wê yê mezin, Îranê da ku li ber derê Îsraîlê cihê xwe negire.
Pevçûn li Sûriyê bi tepeserkirina hovane ya xwenîşandanên aştiyane dest pê kiribû û hêzên biyanî û cîhadîstên cîhanê kêşan nav xwe û mezin bû.
Di şerê Sûrîyê da nêzîkî nîv mîlyon mirov hatine kuştin û nêzîkî nîvê nifûsa welatî ya beriya şer neçar kirine ku ji malên xwe derbikevin.