Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bingeheke Petrolê li Herêma Kurdistana Îraqê Bû Armanca Êrîşeke Roketî


Rayedarekî herêma Kurdistana Îraqê got, rokêtek Katyûşa ewro roja Înê li nêzîkî bingeheke gazê ya Îmaratê li herêma Kurdistana Iraqê ketîye û ew êrîşa duyem e ku di nav çend rojan da çêdibe.

Rayedarekî ewlehîyê yê Kurd got, rokêt li bingehê gazê ya Xor Mor li herêma xweser a Kurdistanê kirîye armanc lê çi ziyan çênebûne.

Şîrketa enerjiyê ya Îmaratê Dana Gas xwediyê wê bingehê ye û zeviya gazê di navbera bajarên Kerkûk û Silêmaniyê de ye.

Roja Çarşemê jî heman navend bû armanca roketeke Katyûşa lê çi zerer û ziyan çênebibûn.

Heta nûke çi grûpan berpisyarîya herdu êrişan jî negirtiye ser xwe.

Binesaziya enerjiyê ya li herêma xweser ya Kurdan li bakurê Iraqê di heftîyên dawîyê da rastî êrîşên berdewam bûye.

Di meha Gulanê de, li bingeha Kawergoskê ya li bakurê rojavayê Hewlêra paytextê Kurdistanê xisareke biçûk çêbibû.

Di meha Nîsanê da jî sê roket li nêzîkî wê navendê ketibûn lê çi ziyanên canî û madî nehatibûn ragihandin.

XS
SM
MD
LG