Civata Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî komkujîya hefteya borî ya li Myanmarê ya zêdetirî 30 kesan şermezar kir ku leşkerên cûntayê bo vê bûyerê hatibûn tawanbar kirin.
Kuştin di şeva Krîstmisê da li eyaleta Kayaya Rojhilat pêk hatibû. Serhildayên alîgirê demokrasiyê lêre dijî artêşê berxwe didin, ku di meha Reşemê da hikûmeta bi rêveberiya demokratîk hatî hilbijartin êxistibû.
Di daxuyaniyekê de ku êvara Çarşemê hat belavkirin, endamên Civata Ewlehîyê " pêwîstiya peydakirina berpirsîyarên vê kiryarê kirin".
Wan herwiha bang kirin ku demudest hemû tundûtûjî rawestin û tekezî li ser giringiya rêzgirtina mafên mirovan û dabînkirina ewlehîya sivîlan kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku "herî kêm 35 kes" di êrîşê de hatine kuştin, di nav wan de 4 zarok û 2 endamên xebatkarên sazîya xêrxwaz ya Save the Children jî hene.
Civata Ewlehîyê herwiha " tekezî li ser pêwîstîya gihandina alîkariyên mirovî yên ewle û bê asteng bo hemû kesên pêdivî kir, û herwiha ji bo parastina rêkûpêk ya ewlehîya karmendên harîkarîya mirovî û yên bizîşkî."