Rûsyayê roja Çarşemê got wan bo cara yekem mûşeka balîstîk ya navparzemînî Sarmat ceribandîye, û ew jî zêdekirineke nû ye ser cebilxaneya wan ya navokî ku Putin dibêje ew dê bibe sedem ku dijminên Moskowayê ravestin û bifikirin.
Pûtîn di televizyonê hat dîtin ku artêş dibêje wî mûşek ji Plesetsk ya li bakurê rojavayê welatî hatîye havêtin û li armancên li nîvgirava Kamchatka ya li rojhilatê dûr ketiye.
Rusya bi salan e ser Samatê dixebite û ji ber vê yekê ceribandina wê ji bo rojavayê ne surprîz e, lê ew di demekê da çêdibe ku alozîya jeopolîtîk ya tund li ser şerê li Ukraynayê heye.
“Mûşeka nû xwedî taybetmendiyên herî bilind yên taktîkî û teknîkî ye û dikare ji hemû amûrên nûjen yên berevanîya mûşekî bi ser bikeve. Li cîhanê hemkîfên wê tune ne û di demek dirêj da jî nabe," Putinî got.
Putinî herwiha got "Ev çeke bi rastî yekane ye û dê şîyanên şer yên hêzên me yên çekdar xurt bike, ewlehîya Rûsyayê ji gefên derve bi awayekî pêbawer tekez bike û dê tiştekî bo ji wan kesên ku gef û metirsîyê bo welatê me çêdikin bêje."
Douglas Barrie, hevkarê payebilind ji bo artêşa esmanî li Enstîtuya Navnetewî ya Lêkolînên Stratejîk, got ku ew ceribandin sefhek girîng e piştî paşvedana bi salan ji ber pirsgirêkên darayî û kêşeyên dîzaynkirinê.
Wî herwiha got ku pêwîstîya pirtir ceribandinan heye berî ku Rûsya bi rastî bikaribe wê li şûna mûşekên kevn yên SS-18 û SS-19 yên ku "mavê wan tijî bûyî" bikarbîne.