Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilberîna Genimê Ukraynayê Dê Di Sala 2022an Da Kêm Bibe, Lê Hêşta Jî Girîng E


Wezîra çandiniyê ya Ukraynayê Mykola Solskyi roja Înê got, berhemên genimên Ukraynayê îsal dê ji ya sala borî gelek kêmtir be ji ber ku nîvê zeviyên çandiniya genim ji bo zivistanê li deverên şerên dijwar da ne an jî ji aliyê artêşa Rûsyayê ve hatine dagirkirin.


Solskyi li Stuttgartê beriya civînekê digel wezîrên çandiniyê yên Koma Heft welatên pîşesazî (G7) got: "Dê berhemên îsal ji ya sala borî gelek kêmtir be, lê dîsa jî mîqdarên pir mezin tê de hene."


Wî herwiha got "Em nikarin xwe ji wê yekê dûr bixin ku ziyanên me yên mezin hene di berhemên genimî da".


Wezîra çandinîyê got ku ew li bendê ne ku 30 heta 40 mîlyon tonên genimên din dê ji welatî bihêt hinardekirin, û da zanîn ku divêt Ukrayna û hevalbendên wê ji bo bidawîkirina dorpêça li ser benderên Deryaya Reş bixebitin ji bo hinardekirina genimî, û got ku benderên Baltikê dikarin ji bo hinardekirinê derfetên rêxistinê pêşkêş bikin.

XS
SM
MD
LG