Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Dê Karmendên Teknolojîya Bilind ji Derve Wergire


Wezîrê Aborî yê Îsraîlê Avigdor Lieberman roja Duşemê got Îsraîl dixwaze ji derve karkerên biyanîbo sektora wê ya teknolojiya bilind li ser bingehek ceribandinê bîne welatî daku kêmbûna kedê ya serdema pandemiyê xilas bike.

Di axivtina xwe ya bo parlementerên partîya xwe Lieberman got Îsraîl bi giştî di tevahîya aborîyê da kêmasîya xebatkaran çêbûye di dema pandemîya vîrûsa koronayê da û karsaz ji hikumetê dixwazin ku pêngavekî bihavêje ku di nav wan da destûr dayîna kar bo bîyanîyan hebe.

Wî li ser televîzyona Îsraîlî got, "Em dê di sektora teknolojiya bilind da ceribandinekî bikin û em dê jiderve înana karkerên biyanî qebûl bikin."

Lieberman çi hejmar anjî demek neda bo wê ceribandina pîşesazîya teknolojiya pêşkeftî ya Îsraîlê, ku îsal hatina wê gehiçtîye 25 milyar dolaran.

Wê gavê hatina bîyanîyan bo welatî qedexe ye jiber pandemîya COVID 19ê cûreya Omikron. Avi Hasson, rêveberê Start-Up Nation Central dibêje sektorê "kêmasiyek mezin ya bi deh hezaran karmendan heye.

Mûçeyên pîşesazîya teknolojiyê gelek bilindtir e ji yên din

û nêzîkî%10 ji hêza kar ya netewî di wê sektorê da kar dike. Serokwezîr Naftali Bennett got ku ew hêvî dike ku ew hejmar bibe %15.

XS
SM
MD
LG