Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çeto Ozel: Nebûna Perwerdeya bi Kurdî Astenga Herî Mezin E


Di vê zincîra taybet de ser zimanê Kurdî û kêşeyên wê, em ê bi nivîskar Çeto Ozel re ser beşa perwerdeya zimanê Kurdî biaxivin.

Ozel xwendina xwe di dibistana sereke û ya navîn de li Şemzînana Hekarî xwendiye û lîse li Geverê qedandiye.

Ew di sala 1987'an de beşa Perwerdeya Zimanê Îngilîzî di Zanîngeha Gazî de qedand.

Ew di navbera 1990-1997'an de, bo 7 salan li Zanîngeha Bilkentê wek mamosteyê Îngilîzî xebitî.

Di van salan de, bi derfetên xwe dest bi fêrkirina zimanê Kurdî ji dost û hevalan re kir, jiber ku di zannîngehê de ew yek neqanûnî bû.

Ozel xebatên xwe yên akademîk li ser zaravê Kurmancî domandin û di sala 1993’yê de pirtûka xwe ya yekê bi navê Kurdiya Nujen nivîsand.

Di navbera salên1999-2001'an de di Zanîngeha Azad de li Enqerê wek mamostayê zimanê Kurdi xebitî.

Ozel di navbera 1994-2004 'an de, di Enstitûya Kurdi ya Stenbolê de wek rêvebir û endamê senatoyê xebiti û alîkarîya enstîtu kir.

Di wan salan de, di kovara Zend ya Enstîtuya Kurdî de gotarên ser zimên û perwerdeya Kurdî nivisîn.

Ozel yek ji dameziranerên Akademîya Zimanê Kurdî ye.

Ew herwiha şêwirmendî û wergerê di pirtûka A Fire in My Heart, Kurdish Tales, kiriye, ku ji alîyê nivîskara Amêrîkî Diane Edgecombe ve hatibû nivîsîn.

Pirtûkên sereke yên Çeto Ozel:

  1. Kurdiya Nûjen
  2. Bingehên Gramera Zimanê Kurdî
  3. Kurtce Dil ve Egitim Haklari (Kurdi, Mafên Ziman ê Perwerdehiyê)
please wait

No media source currently available

0:00 0:21:23 0:00

XS
SM
MD
LG