Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şêx Tehnûn Bin Zayed Al Nahyan Serdana Îranê Dike


Şêwirmendê Ewlehîya Netewî yê Mîrgehên Yekgirtî yên Ereban digel hevtayê xwe yê Îranî hevdîtinek pêk îna û got serdana Îranê roja Duşemê pêngaveke dîplomatîk e bi mebesta serkevtina cudahiyên wan yên demdirêj û zêdekirina hevkariyê.

Serdana Şêx Tehnûn Bin Zayed Al Nahyan piştî ku Tehran û hêzên cîhanê dest ji danûstandinên Viyanayê hêlan pêk dihêt.

Şêx Tahnûn, Berfirehkirina peywendiyên dualî û kêşeyên herêmî digel karbidestê payebilind yê ewlehîyê yê Îranê Alî Şemxanî gotûbêj kirin, ajansa nûçeyan ya Îranê ragihand.

“Aramî û ewlehîî tenê bi diyalog û hevkariya berdewam di navbera welatên herêmê da dikare bihê dabîn kirin " Şemxanî got, li gorî televîzyona dewletê.

“Başkirina têkiliyên aborî, bazirganî û têkilîyên veberhênanê pêşitîyên sereke yên siyaseta derve ya Îranê ne.”

XS
SM
MD
LG