Wezîrê Derve yê Cezayîrê Ahmed Attaf dê jibo danûstandinên dîplomatîk here Nîjerya, Benîn û Ganayê.
Wezareta Derve ya Cezayîrê ji X’ê (Twitera berê) ragihand ku serokwezîrê welêt Abdelmadjid Tebboune, Ahmed Attaf jibo vê gera dîplomatîk erkdar kiriye.
Attaf dê bi hevtayên xwe ji Koma Aborî ya Afrîqaya Rojava (ECOWAS) re ser krîza Nîjerê danûstandinê bike.
Serokomarê Nîjerê Mohamed Bazoum meha borî ji alîyê leşkeran ve ji desthilatê hat gêr kirin û ECOWAS dîyar dike ku bo Bazoum vegere ser erka xwe ew dikare hêzên xwe bi kar bîne.
Sînorê Cezayîr û Nîjerê bi qasî 1000 kîlometre ye û Tebboune dijî çareserîya leşkerî ye.
Cezayîr dîyar dike ku çareserî bêyî wê ne pêkan e.
Yekîtîya Afrîqa dixwaze ku rêvebirîya sîvîl jinûve dest bi kar bike û ser encamên mudaxaleya leşkerî danûstandinan didomîne.
Ji welatên Afrîqa yê herî mezin Cezayîr e ku sînorên wê bi Malî û Lîbya re jî hene.
Lîbya û Malî jî, bi salan e bi pevçûnan re rûbirû mane.
Ji 2020’an vir ve li Burkîna Faso, Gîne, Malî û li Nîjerê derbe çêbûn.
Rêberên leşkerî yên li Burkina Faso û Malî dibêjin ger mudaxale li Nîjerê çêbe ewê wê wek şerekî dijî wan bihesibînin.
Jêder: AFP