Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kargeheke Gaza Xwezayî li Cezayîrê Rastî Êrîşeke Roketî Hat


Çekdarên nenas îro Înê bi roketan êrîşî kargeheke gaza xwezayî li başûrê Cezayîrê kirin, lê heta niha ti kuştin nehate ragihandin.

Kargeha gaze ji alîyê sê kompanîyên enerjîyê ve tê rêvebirin ku yek ji wan Statoil ya Norwecî ye.

Statoil di daxuyanîyekê de got ku di kargeha gaze ya Salah li Krechba îro sere sibe bûye armanca êrîşan bi muşekan.

Statoil da zanîn ku di dema êrîşê de 3 karker li kargehê hebûn, lê tu zîyan negiheştye wan.

XS
SM
MD
LG