Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokomarê Berê yê Cezayîrê Abdelazîz Bouteflîka Miriye


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokomarê berê yê Cezayîrê Abdelazîz Bouteflîka di 84 salîya xwe de canê xwe ji dest daye.

Abdelazîz Bouteflîka pirtir ji du salên berê piştî protestoyên girseyî û zexta artêşê karvekişîna xwe ragihandibû.

Bouteflîka, ku xazîyê şerê serxwebûna Cezayîrê bû, berî karvekişîna xwe ya di Nîsana 2019’an de, bîst salan Cezayîr birêve biribû.

Ew piştî ku di sala 2013’an felç bûbû, kêm caran li derve hatibû dîtin.

XS
SM
MD
LG