Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Cezayîrê Karvekişîna Xwe Ragihand


Ajansa fermî yê Cezayîrê, APS’ê ragihand ku serokê wî welatî Abdulazîz Buteflîka roja Sêşemê karvekişîna xwe ragihandîye.

Kanala dewletê ya Cezayîrê jî dîyar kir ku Buteflîka ji Konseya Qanûna Bingehîn re daye zanîn ku ew ji desthilatê vekişîye.

Artêşa Cezayîrê jî piştî protestoyên dijî Buteflîka bang li wî karibû desthilatê berde.

Buteflîka, ku 82 salî ye, ji 1999’an vir ve li desthilata Cezayîrê bû û jiber nexweşîya xwe ji 2013’an pê ve pir dernediket pêş bîragiştî.

XS
SM
MD
LG