Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CFWIJ: Tirkîye di Binpêkirinên Dijî Rojnamevanên Jin de Rêza Yekê Digire


Dîmeneke ji xwepêşandana bo azadîya ragihandinê û rojnamevanan (Tirkîye, Arşîv)
Dîmeneke ji xwepêşandana bo azadîya ragihandinê û rojnamevanan (Tirkîye, Arşîv)

Koalîsyona Jinên Rojnamevan (CFWIJ) îro Sêşemê bi sedema Roja Azadîya Ragihandinê ser rewşa rojnamevanên jin raporeke weşand.

CFWIJ dîyar kir ku di navbera Rêbendan û Nîsana 2022’an de, li seranserê cîhanê dijî rojnamevanên jin, 139 bûyerên gef, tundî û binpêkirina mafan, hatine tomarkirin.

CFWIJ eşkere dike ku li seren serê cîhanê ji destpêka îsal 2022’an vir ve, 5 rojnamevanên jin hatine kuştin; 3 ji wan li Ukrayna di dema dagirkerîya Rûsya ya li wî welatî de hatine kuştin.

Li gor raporê, di heman serdemê de hemberî rojnamevanên jin herî zêde binpêkirin, li Tirkîye, Rûsya û Kanada pêk hatine.

Di raporê de, Tirkîye bi 63 bûyerên destdirêjî (tacîz), êrîşa fizîkî û desteserkirina rojnamevanên jin de, di rêza yekê de cîh girt.

CFWIJ dibêje ku binpêkirina herî hevpar ya li Tirkîyê asteng û , tacîza qanûnî ye; di nav de 7 dozên sivîl û du dozên haqaretê hene.

Rapor destnîşan dike ku di dozen dijî rojnamevanên jin yên li Tirkîyê, herî zêde bi karanîna tawanên di qanûnên dij terorê û bi îdaya heqaretê

Di dozên sûc de sûcê herî zêde ku me dît di bin qanûnên antî-teror û "heqaretê", têne vekirin.

Koalîsyona Jinên Rojnamevan dide zanîn ku ji 42 dozên giştî yên bi vî rengî ku CFWIJ li seranserê cîhanê tomar kiriye, 34 li Tirkîyê hatine vekirin.


CFWIJ li Rûsya, 14 bûyerên tacîza qanûnî û êrîşa fizîkî belge kir.

Kanada jî di rêza sêyê de cîh girt, bi neh bûyerên kampanyayên mezin yên ser medya civakî (troll) û herwiha haqaretên rexistinkirî.

Koalîsyona Jinên Rojnamevan (CFWIJ), binpêkirinên mafên rojnamevanên jin, gef, êriş û bûyerên tacîzê yên ku ew rûbirû dimîne belge dike.

XS
SM
MD
LG