Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Ugandayê Herî Kêm 5 Kes Kuştine


Karbidestên Ugandayê herî kêm 5 kes kuştine, di nav wan de meleyekî Misilman jî heye. Ew hatin tawanbar kirin ku pêwendîyên wan digel grûpa tundrew ya berpirsê teqînên xwekujî yên roja Sêşemê li paytextê hebûye, polîsan roja Pêncşemê got.

Çar zelam di pevçûnekê da li bajarokek sînorî li nêzîkî sînorê digel Kongohatin kuştin dema ku wan dixwestin vegerin Ugandayê. Zilamê pêncem, melayekî bi navê Mihemed Kirevu, di "pêvçûneke tund" de hat kuştin dema ku hêzên ewlehîyê avêtin ser mala wî li derveyî Kampala, peyvdarê polîsan Fred Enanga got.

Wî herwiha got Ew dû Melayê duyemîn, Silêman Nsubuga, digerin, û her du mela bi tûndkirina xortên Misilman tawanbar kirin ku wan teşwîq dike ku tevlî şanên veşartî bibin ji bo pêkanîna êrîşên hovane.

Êrîşên polîsan piştî teqînên Sêşemê çêbûn ku tê de herî kêm çar sivîl hatibûn kuştin dema kukesên bombe li xwe girêdayîli du cihan li Kampala xwe teqandin. Êrîşek li nêzî avahiya parlementoyê û ya duyemîn jî li nêzîkî navenda polîsan ya qelebalix pêk hatibû. Êrîş bû sedema alozî û tevliheviyê li bajêr û her wiha bû sedema nîgeranî û nerazîbûnên ciwaka navnetewî.

XS
SM
MD
LG