Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîra Veguhastinê ya Amerîkî Chao Dest ji Kar Berdide


Chao û Trump
Chao û Trump

Wezîra Veguhastinê ya Amerîkî Elaine Chao îro Pêncşemê got ku ew jiber êrîşa alîgirîn Serok Trump ya ser Kongresê dest ji kar berdide.

Chao, ku hevjîna Rêberê Piranîya Komarî Mitch McConnell û hevalbendeke nêzîk ya Trump e, got ku ew bi tundîya roja Çarşemê pir aciz bûye û zarê Trump yê tûj bû sedema wê yekê.

Chao got ku wek gelek kesan ew jî ji bûyerên tund û tûj pir êşaye loma biryar daye ku nema bêdeng bimîne.

Chao dibe wezîra yekê ku jiber êrîşa hember Kongresê karvekişîne xwe dide, tevî ku çend rêvebir û endamên rêvebirîyê jî dest ji kar berdabûn .

XS
SM
MD
LG