Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Prens Charles bi Vîrusa Korona Ket, lê Rewşa Wî Baş E


Prens Charles
Prens Charles

Jêderên Brîtanî ragihand ku cîhgirê textê Brîtanya Prense Charles yê 71 salî bi vîrusa korona ketiye, lê rewşa saxlemîya wî baş e.

Xanîyê malbata qralîyetê, Clarence House da zanîn ku Charles niha li Îskoçyayê û xwe hember vîrusê li malê dihêle.

Clarence House dîyar kir ku Charles semptomên sivik yên korona nîşan dane, lê tendirustîya wî baş e û ew ji malê dixebite.

Testên Prens Charles, ku kurê herî mezin yê qralîçe Elizabeth e, roja Duşemê hatin kirin û wî encamên testan roja Sêşemê wergirtin.

Hêjayî balkişandinê ye ku Qralîçe Elizabeth ji di 19’ê Adarê de, bi hevjînê xwe Phillip ê 98 salî ji Londenê çûbû Qesra Windsor.

Clarence House ragihand ku ne pêkan e ku ew bikarin bibêjîn Charles ji kê vîrus girtîye jiber ku wî di hefteyên dawîyê de jiber rola xwe ya gelêrî hejmareke bilind hevdîtin kirîbûn.

XS
SM
MD
LG