Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dibêje Şewatên Dora Chernobyl Hatin Vemirandin


Kargeha Chernobyl
Kargeha Chernobyl

Wezareta Çavkanîyên Xwezayî ya Ukraynî radigihîne ku şewatên li devera dora kargeha navokî ya Chernobyl, ku di bin kontrola hêzên Rûsî de ye, hatiye kontrol kirin.

Şewatên li wê deverê tirsa belavbûna radyasyonê ji wê kargehê zêde kiribû ku di sala 1986’an de peqînek li wê derê çêbûbû û gazên jahrîn li heremên berfireh yên Ewrupayê belav bûbûn.

Lê, Wezareta Çavkanîyên Xwezayî ya Rûsî ragihand ku astên radyasyonê li vê deverê normal in.

Karbidestên Ukraynî, berî demeke zûtir hêzên Rûsî tawanbar kiribû ku bi topbarankirinê bi zanabûn agir derxistine.

XS
SM
MD
LG