Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Nexweşxaneyeke Chicago Êrîşeke Çekdarî Pêk Hat


Li Chicago ya Amerîka zilamekî çekdar berê li otoparka nexweşxaneyê, paşê li hindurê nexweşxaneyê li dora xwe gule reşandin.

Bajarvanê Chicago Rahm Emanuel dîyar kir ku di êrîşê de doktoreke jin, alîkarekî wê û polîsek hatine kuştin.

Erîş bi demjimêra herêmî di 15:00 de, li Nexweşxaneya Mercy pêk hat.

Êrîşvan di pevçûnê de jîyana xwe ji dest da. Berdevkê polîsan dîyar kir ku dibe ku êrîşvan dema pevçûnê bi xwe, xwe kuştibe.

Sedema êrîşê hîn nayê zanîn, lê karbidest dîyar dikin ku dibe ku zilamê çekdar xwestiye êrîş bibe jineke ku peywendîya wê bi wî re hebûye.

Doktorên Amerîka, di rojên dawî de dijî êrîşên çekdarî li medya civakî kempeyna dimeşandin.

Di 7’ê Mijdarê de li Kalîfornîya di êrîşeke dijî barekê de 12 kes hatibûn kuştin.

Li gor daneyên Arşîva Tundûtûjîya Çekan (Gun Violence Archive) îsal li Amerîka pirtirê 13,000 kes bi çekan hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG