Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Erdhejeke Hêzdar de Kuştî û Birîndar li Şîlî Hene


Karbidestên li Şîlî dibêjin, di erdhejeke hêzdar de herî kêm 5 kes hatine kuştin û jimareke kesên din jî birîndar bûn.

Karbidest didine zanîn ku hêza erdhejê 8.3 bû û jiber xeterîya tsumani xanîyên nêzîkî behrê jî hatin vala kirin.

Seroka Şîlî Michelle Bachelet di televîzyonê de got ku ewê serdana wê herêma ku ji erdhejî zîyan dîtîye bike.

Bachelet hişyarî da hemwelatîyan ku ew bi metirsîyeke mezin ya wek erdheja sala 2010ê rûbirû ne ku 500 kes tê de hatibûn kuştibûn.

Hêjayî gotinê ye navenda erdhejê 500 km bakurê paytaxt Santiago ye û hêza erdhejê li paytaxta Arjantînê, Buenos Aires ya li alîyê din yê parzemînê jî hate hêst kirin.

XS
SM
MD
LG