Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Bêrêziya Sirûda Niştimanî Qedexe Dike


Parlemana Çînê îro deng da li dor bêrêziya sirûda niştimanî ku bibe wek gunehkarî li gel cezayê sê sal zîndan.

Komîta berdewam a kongirêsa niştimanî ya Çînê yaseyek derxist li dor cezakirina her kesekî bi awakî rijd û li cihekî giştî bêrêziyê li sirûda niştimanî bike.

Ajansa fermî ya nûçeyan, Şînxwa ragihand ku her kesê gunehkar di vê derbarê de dê her wiha ji mafên xwe yên siyasî bêpar bimîne.

Ev gav tê piştî bendên tund ên Çînê li dor cih û dema bikaranîna sirûda niştimanî.

Di meha neha a îsal de, Çînê erêkir li dor yaseyekê ku dê welatiyan bêhtirî 15 rojan zîndan bike eger ew sirûda niştimanî li şahiyekê an semawendekê bikar bînin.

Li gor Yaseya Sirûda Niştimanî, êdê nabe sirûd bê bikaranîn li cihên giştî û ahengên taybet ên ne guncaw.

Tê zanîn, di van demên dawî de li Amerîka jî ev guftûgo dibe, ku hin endamên têmên werzişê red dikin rawestin dema lêdana sirûda niştimanî.

XS
SM
MD
LG