Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Derve ya Çînê bo Serdana Blinken Razîbûna Xwe Radigihîne


Wezareta Derve ya Çînê îro Duşemê ragihand ku Pekîn bi razîbûn li serdana Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken dinêre.

Medyaya Amerîkî dîyar dike ku Blinken dê di 5’ê Sibatê de serdana Çînê bike.

Berdevikê Wezareta Derve ya Çînê Wang Wenbin ser nûçeyên derbarê serdana Blinken dîyar kir ku ew ji serdanê razî ne.

Wenbin got ku Çîn û Amerîka ser hin guherînan danûstandinê dikin.

Wî dîyar kir ku ew hêvî dikin ku Amerîka li şûna pevçûnê dîyalogê tercîh bike û piştgirî bide rêka qezenc bike, qezenckirin bide.

Politico radigihîne ku Blinken û hemtayê wî yê Çînî Qin Gang dê di 5-6’ê Sibatê de li Pekînê bicivin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG